Skip to main content

Xeta Şewirmendîya LGBTÎ+yan

Zêdebûna axaftin û tevgerên fobîkî yên li kolanan û di siyasetê de di jiyana kesên LGBTI+ de xwe  îzol e û bi tene dide hîs kirin. Xeta Şêwirmendiyê ya LGBTI+ ya bakadê, ku di 1ê Tîrmeha 2024an de hat vekirin, şêwirmendî û piştgirîya hevalan pêşkêşî dike da ku bêje “Tu Ne Bi tenê yî ne jî Şaş” tevî cihêkariya ji ber meyla zayendî û nasnameya zayendî.

Xeta Şewirmendîyê Çi Ye

Xeta Şêwirmendiyê cîhek e ku pirs û pirsgirêkên di derbarê meyla zayendî û nasnameya zayendî de têne parve kirin. Xerîdarên ku li xetê digerin, ji dilxwazên bakadê yên ku bi berfirehî hatine perwerdekirin, şêwirmendiya hevtayan digirin. Hin deverên ku xeta me xizmet dike ev in:

  • biçûkdîtinî
  • pêvajoya vekirinê
  • kotekîya hevsalî
  • têkiliyên malbatê
  • tundîya flortî
  • tendurustiya cinsî û enfeksiyonên cinsî
  • pêvajoya verastkirina zayendî
  • bendeyîbûna madeyên hişbirîyê
  • têkiliyên kirêdar – malxwe

Ez ê  çawa xwe bigihîjim Xeta Şêwirmendiyê?

Xeta telefonê xizmeta anonîm dide. Xeta me rojên Duşem, Çarşem, Înî û Yekşeman di navbera saet 10.00-16.00an de piştgirîya têlefonê pêşkêşî dike, ji xeynî heqê tarîfa xweya telefonker bê pere. Hûn dikarin li ser 0 (850) 888 2145 bigihîjin xeta germ.