Skip to main content

Newroza Stenbolê di 17ê Adarê de li Qada Mîtîngan ya Yenîkapiyê hat pîroz kirin. Di dema pîrozbahiyan de komeke ji nava girseyê bi devkî û fîzîkî êrîşî LGBTI+yên ku li qadê bûn, kirin. LGBTÎ+ di bin kontrola polîsan de ji qadê hatin derxistin.

Komîteya 10emîn Hefteya Rûmetê ya Transan ya Stenbolê, Komîteya 32emîn Hefteya Rûmetê ya Stenbolê û lubunyayên serbixwe derbarê mijarê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew wek lubunyayên kurdan li qadan in û tevî êrîşan jî dê qadên xwe biparêzin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.yeniakit.com.tr/haber/sosyal-medyada-dem-lgbt-kavgasi-1838341.html

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.