Skip to main content

bakad

Komeke aktîvîst, akademîsyen û hunermendên xebatên mafparêziyê dimeşînin û xwedî paşxaneya civakî ya sivîl in, di 1’ê Îlona 2021’an de li Amedê Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê – bakad ava kir. bakad armanc dike li ser esasê rêgezên beşdarîxwazî û berfirehiyê demokrasiyê qewîntir bike û aştiya civakî pêk bîne.

Komeleya me bi xebatên xwe yên zanistî û hunerî yên ji bo fehmkirina paşxaneya binyadî û çandî ya newekheviyên civakî yên li ser nîjad, zayend, meyla zayendî/nasnameya zayendî, ol/bawerî, temen û aboriyê, hewl dide li Tirkiyeyê çanda aştiyê berbelav bike.

bakad, li gorî van armacan;

  • • Li ser tundî, zordarî, dervehiştina civakî û cudakariya li hember komên qels raporan diweşîne û çalakiyên parastinê dimeşîne.
    • Li gorî polîtîkayên veguherîna aştî û pevçûnê yên li çar aliyên cîhanê û dadmendiya pêvajoyên derbasbûnê, di çarçoveya mekanîzmayên edaletê yên li ser bingeha civakî, restorasyon û veguherînê de li derfetên aştiyeke mayînde yên li Tirkiyeyê hûr dibe.
    • Xebatên çandî û hunerî yên bi ji bo afirandina derfetên pêkvejiyanê dike.

Em hêvî dikin ku ev çalakiyên ku em ê di bin banê bakadê de dikin, dê tevkariyê li rakirina newekheviyên binyadî û çandî û avakirina civakeke demokratîk û adiltir bikin.