Li Gazîosmanpaşaya Stenbolê li dibistanek seretayî ya taybet dersdêra zimanê îspanyolî ya jin ji ber ku xwendekarê xwe yê 14 salî îstismar kir, hat girtin.
B.N.Ç.ya 28 salî li dibistaneke seretayî ya taybet dersdêr e. B.N.Ç.yê xwendekarê xwe yê 14 salî yê di pola 7em de ye îstismar kir. Piştî malbata wî xwendekarî li dozgeriyê giliyê dersdêrê kir bûyer derket holê.
Li gorî nûçeya di rojnameya Sabahê de hatiye weşandin; Dersdêra bi navê B.N.Ç. di 25ê Kanûna Pêşiya 2023an de bi rêya medyaya civakî bi xwendekarê xwe re têkilî daniye. Dersdêrê xwendekarê xwe yê zarok vexwendiye mala xwe û li malê îstismar li xwendekarê xwe kiriye. Malbatê piştî ku fêhm kir zarokê wan hatiye îstîsmar kirin, li dozgeriyê giliyê dersdêrê kir.
Di encama lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve tê birêvebirin de derbarê B.N.Ç.yê de di çarçoveya sûcên, “Gef û xapandin bikaraniye û ji azadiya kesane bêpar hiştiye” û “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” bi daxwaza heta 21 sal cezayê girtîgehê îdianame hatiye amade kirin. Gumanbar dê di rojên pêş de li Dadgeha Cezayê Giran derkeve pêşberî dadger.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.sabah.com.tr/galeri/yasam/ozel-okulda-skandal-olay-kadin-ogretmen-14-yasindaki-ogrencisiyle-ask-yasadi
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.