Skip to main content

Şanoya Dewletê ya Nurnbergê, di 28ê Sibata 2024an de lîstika operayê ya ji bo zarokan ya bi navê Der Maerchenprinz (Mîrzayê Bedew) pîşan da. Mijara lîstikê evîndariya du mêran e.

Lîstik, behsa kesekî bi navê Ramîroyî dike ku dema dixwaze li şûna bavê xwe bibe mîr û ji xwe re li hevjînekê digere, pê dihese ku ew hevzayend e.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.aydinlik.com.tr/haber/almanyadan-cocuklara-lgbt-dayatmasi-cocuk-operasinda-lgbt-evlilik-ozendirildi-457309

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.