Skip to main content

Faîl Ercan Akdagê ku li Antalyayê hevjîna xwe Saîbe Akdag qetil kir derket pêşberî dadger. Faîl Akdag li xwe mikur hat ku wî bi amûreke birînê li Saîbe Akdagê xistiye. Di rapora Tiba Edlî hatibû diyarkirin ku dayika 3 zarokan xeniqiye, lê faîl Akdag li dijî raporê îdiayên balkêş anî ziman.

Di 6ê Gulana 2023an de di navbera Saibe Akdağ (36) û hevjînê wê Ercan Akdağ (36) de ku li navçeya Aksuyê dijîn ji ber sedemeke nediyar nîqaş derketibû. Ercan Akdag bi amûreke birînê li hevjîna xwe dabû û bi giranî birîndar kiribû. Saîbe Akdag piştî 2 rojan li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin can da û Ercan Akdag ê ku hatibû desteserkirin jî hat girtin.

Ercan Akdag bi tohmeta ku li Aksû, navçeya Antalyayê bi amûreke birînê hevjîna xwe Saîbe Akdag kuştiye hat girtin û darizandina wî destpêkir. Bersûcê girtî Ercan Akdag û parêzerên wî beşdarî danişîna li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê bûn. Di danişînê de ji bersûc pirsîne ku “li gorî rapora 1emîn Lijneya Pispor ya Tiba Edlî Saîbe Akdag bi xeniqandinê hatiye kuştin” lê bersûc  ev yek qebûl nekir. Dadgehê biryara berdewambûna girtina bersûc da û ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên cîbicîkirin danişîn taloq kir.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.sozcu.com.tr/esini-keserle-katletmisti-bogmadim-suni-teneffus-yaptim-dedi-p27637

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.