Skip to main content

Mêrê bi navê Farûk Karabulak hevjîna xwe ya bi navê Kudret Karabulak bi çeka guleber qetil kiribû. Danişîna dozê li 23emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê pêk hat. Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya parêzerê faîl nepejirand û cezayê faîl kêm nekir.

Dadgehê bi tohmeta ku “hevjîna xwe bi qestî û zanatî kuştiye” cezayê muebeta girankirî li Faruk Karabulak birî. Bersûc bi sûcê “hilgirtina çeka bê ruxset” bi salek cezayê girtîgehê û bi 500 TLyî cezayê edlî hat cezakirin. Serokê dadgehê li dijî biryarê derketiye û xwestiye ji ber sekna wî ya bi başî hin ji cezayê faîl were daketin.

Li gor îdianameyê bersûc di saet 06.30ê 2ê Çiriya Paşiya2022an de bi hevjîna xwe re ketiye nava niqaşan û bi çeka bê ruxset a ku bi 10 hezar lîreyî ji cîranê xwe yê qata jor kiriye 2 gule berdaye hevjîna xwe. Bersûc di îfadeya xwe de qebûl kiriye ku wî hevjîna xwe kuştiye. Bi tohmeta ku “bi qestî hevjîna xwe kuştiye” cezayê muebeta girankirî û ji sûcê “bikaranîna çeka bê ruxset” jî heta sê sala ceza ji bo bersûc dihat xwestin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.milliyet.com.tr/gundem/esini-uyurken-oldurdu-tek-sucum-asiri-sevmemdi-7090281

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.