Li Edeneyê di 25ê Adarê de mêrekî, li hevjînê nû yê hevjîna xwe ya kevn da û bi kêrê ew birîndar kir.
Mahsûnî K. û birayên xwe li kolanekî navçeya Kozanê dema hevjîna xwe ya jê cihê bûye û hevjînê wê yê nû Serhan Y. dimeşin, dibîne. Mahsûnî K., birayên wî Îbrahîm K. û Bîlal K. li Serhan Y. xistin û bi kêrê ew bi giranî birîndar kirin.
Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê ekîbên polîsan û yên Alîkariya Lezgîn a 112ê çûn cihê bûyerê.
Piştî midaxeleya destpêkê ji bo dermankirinê Serhan Y. bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê. Hêzên ewlehiyê ji bo Mahsûnî K., birayên wî Îbrahîm K. û Bîlal K. zeft bikin, operasyon da destpêkirin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.eskisehir.net/cinnet-gecirdi-eski-karisinin-kocasini-bicakladi
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.