Skip to main content

Li Enqereyê polîsan midaxele li wan kesan kir ku dixwestin piştgiriyê bidin çalakiya Zanîngeha Bogaziçiyê. Di encamê de 69 kes hatin desteserkirin.

Bi qasî 100 kes li Qada Kizilayê kom bûn ku di nava wan de xwendekar jî hebûn. 

Komê xwest ber bi Şaredariya Çankayayê ve bimeşe û slogan berz kirin. Lê polîsan destûr eda wan. Her weha xwest ku belav bibin. Lê çalakvanan bi israr west ku bilesin. Polîsan midaxele li çalakvanan kir û 69 kes desteser kirin.

Çi bûbû? 

Bi Biryarnameya Serokomar Recep Tayyî Erdoganî, Prof. Dr. Melîh Bûlû bû rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê. Xwendekar, dersdar û derçûyên Zanîngeha Bogaziçiyê bertek nîşanî vê rewşê dabû û xwestibûn Bûlû dest ji kar berde. 

Komeke xwendekaran di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de pêşangehek vekir. Di wê pêşangehê de fotografek hatibû daliqandin ku li ser wê fotografê Kabeyê hebû û li derdora wê alên LGBTI+ hatibûn xêzkirin. Piştî vê bûyerê lêpirsîn li xwendekaran hate vekilin û 5 xwendekar hatin desteserkirin. Du ji wan di 30ê Kanûna Paşiyê de hatin girtin. 

Piştevaniya bi Zanîngeha Bogaziçiyê re di 1ê Sibatê de banga çalakiyekê kir. Xwendekar li ber deriyê Başûr ê Zanîngehê kom bûn. Polîsan midaxele li wan kir û 159 kes desteser kirin.    

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://dogruhaber.com.tr/haber/726920-li-enqere-69-kesen-ku-destek-dan-jirederketiyen-hevzayend-hatin-bincavkirin/

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.