Li bajarê Hewlêra Rêveberiya Herêma Kurdistanê 2 fenomenên medya civakî yên LGBTI+yî bi sedema ku naverokên “neguncaw/nelirê” parve kirine hatin desteserkirin.
Berdevkê Wezareta Dadê Nerîman Talib diyar kir ku bi fermana serdozgeriyê doz li wan herdu fenomenan hatiye vekirin. Parêzerên dozê gotine ku bi hêceta “tevlihevkirina çanda civakî” û “parvekirina vîdeoyên neguncawî” giliyê herdu fenomenan hatiye kirin.
Berdevkê Wezaretê Talib diyar kir ku heta biryarek ji aliyê dadgehê ve neyê dayîn ew ê derbarê mijarê de daxuyanî nedin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.haber7.com/dunya/haber/3351254-sosyal-medya-fenomeni-lgbtliler-gozaltina-alindi
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.