Skip to main content

Li bajarê Torontoya Kanadayê mîtînga “Ji bo Zarokan Milyonek Meş” hat lidarxistin. Li seranserê wî welatî nêzîkî mîlyonek kes ji bo bernameya zayenda civakî ya berfirehkirî ya li dibistanan protesto bike, kom bûn.

Dê û bavên heteroseksuel ên ku LGBTI+yan dikin armanc bi pankartên “Destên xwe ji zarokên me dûr bigirin” meşiyan.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://kokludegisim.net/haberler/kanada-halki-lgbt-sapkinligina-karsi-yueruedue

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.