Li Konyayê mêrekî hevjîna xwe qetil kir.
27ê Çiriya Pêşiyê saet li derdora 21.30an Mustafa Oner hevjîna xwe Ayşe Oner a dayika 3 zarokan bi tûpê xazê qetil kir. Kiryar piştî ku hevjîna xwe kuşt, telefonî cendirmeyan kir û li xwe mikur hat ku wî hevjina xwe kuştiye. Tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê û kiryar desteser kirin. Piştî ku Mustafa Oner li qereqola cendirmeyan îfadeya xwe da, ew şand dadgehê. Her weha dadgehê biryara girtina wî da û ew şandin Girtîgeha Eregliyê.
Lînka nûçeya ku hatiye guhertin: https://www.nnchaber.com/cinnet-geciren-koca-piknik-tupuyle-karisini-oldurdu
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.