Li Konyayê, derket holê ku muxtarê bi navê M.M. sê salan zarokeke keç a niha 17 salî ye îstîsmar kiriye. Dêya keçê M.A. û muxtar bi hev re dijîn. Keça M.A.yê jî bi wan re dima.
Piştî giliyê muxtarê li gel Serdozgeriya Komarî ya Konyayê hate kirin, lêpirsîn hate destpêkirin. Li gorî zanyariyan dê û bavê keçê dest ji hev berdane û dêya wê M.A. û muxtar M.M. bi hev re dijîn. M.M. û M.A. di 18ê Sibatê roja Yekşemê hatin desteserkirin.
Di telefona bêrîka a mêrî de fotograf û vîdeoyên dema zaroka keç îstîsmar dikir, derketin. M.A. û M.M. hatin girtin. Dewletê zaroka keç xist bin parastinê.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.cumhuriyet.com.tr/turkiye/yer-konya-muhtar-birlikte-yasadigi-kadinla-swinger-partisine-2177880
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.