Skip to main content

Selahattîn Yalniz di 29ê Gulanê de beşdarî bernameya Muge Anli bû û îdia kiribû ku di 17ê Gulanê de du keçên Fitnat Ertekînê pereyên li malê girtine û revîne. Her weha xwestîbû werin zeftkirin. Yalniz û Ertekîn li navçeya Ortacaya Mûgla bi hev re dijiyan.

Her du zarok di 31ê Gulanê de beşdarî heman bernameyê bûn û gotin ku Selahattîn Yalniz îstismara zayendî li wê û xwişka wê ji 14 salî ve dike. Selahattîn Yalniz dema bûyerên di bernameyê de hatin vegotin li mala xwe hat desteserkirin.

Selahattîn Yalniz ê ku piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û Fitnat Ertekîn jî serbest bû.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.haber48.com.tr/ortacada-herkesi-soke-eden-cinsel-istismar-sapigi-tutuklandi

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.