Li Rihayê di 4ê Hezîranê de kûçikek bi kesekî girtibû û piştre derketibû holê kûçik har e. Piştî vê yekê Taxa Batikentê weke herêma karantînayê hatibû ragihandin û ekîbên û şaredariyê û mixtariyê dest bi qefaltina kûçikan kiribû.
Li hemberî komkirina kûçikan mafparêzên ajalan bertek nîşan dan û di 10ê Hezîranê de li ber mixtariyê çalakiyek li dar xistin û tabelaya bi nivîsa “Agahdar bin, herêma xetereyê ya harî” li deriyê mixtariyê daliqandin. Di encama aloziya ku di çalakiyê de derket de 3 ajalparêz hatin desteserkirin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.haber7.com/guncel/haber/3431842-yuzlerce-kisinin-canini-hice-saydilar-kuduz-karantinasindaki-mahallede-saldiri-anlari
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.