Li Rihayê di 8ê Hezîranê de mêrê bi navê Demmam Zurer çû mala Nûr El Silêmanê û ew qetil kir.
Ekîbên çûn cihê bûyerê diyar kirine ku mêrê faîl li ber çavên zaroka/ê El Silêmanê bi gelek caran kêr li wê xistiye û ew qetil kiriye. Hevjînê El Silêmanê dema tê mal dibîne ku hevjîna wî hatiye qetilkirin.
Di encama lêkolîna polîsan de kujer Demmam Zurer ê 28 salî ku li heman avahiyê dimîne û cîranê El Silêmanê ye hat desteserkirin. Faîlê mêr Zurer li xwe mikur hat ku wî El Silêman kuştiye û hat girtin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://www.ortadogugazetesi.com/suriyeli-dehseti-komsusu-olan-kadini-defalarca-bicaklayip-oldurdu
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.