Skip to main content

Di saet 15.00ê 30ê Gulanê de li Bayrampaşayê mêrê bi navê Seydî Şahîn hevjîna xwe Nazîme Şahîn û keça wan Fatma Nur Şahîn li mal bi çeka guleber qetil kir.

Bi bihîstina dengê çekê re welatiyên derdorê agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku dê û keça wê mirine.

Mêrê faîl çû Rêveberiya Emniyetê ya Navçeya Bayrampaşayê û teslîm bû.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.yenicaggazetesi.com.tr/baba-cinnet-getirip-esini-ve-kizini-oldurdu-803624h.htm

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.