Skip to main content

Li navçeya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê, merekî jinek qetil kir.

Li Taxa Fevzi Çakmak ya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê di 21ê Sibatê de, mêrekî, bi demançeyê gule berda serê Dîlek Y.ya 38 salî da û reviya.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Dîlek Y. miriye.

 Polîsan bi rêya kamerayên ewlehiyê destnîşan kir ku kujer kurhiliyê (nevisî) wê Ozkan Y. (24) ye.

Polîsan hevjînê Dîlek Y.yê Mehmetcan Y. (45) desteser kir û ji bo dîtina Ozkan Y.yî xebatên wan berdewam dikin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/21022024

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.