Dadgehê bi îdiayaa ku dizî kiriye 5 sal cezayê girtîgehê li H.A. birî bû. Piştî kar û barên fermî, ew dersînor kirin.
Li Torbaliyê, navçeya Îzmîrê H.A.yê ku hate îdiakirin di sala 2022yan de dizî kiriye û wê demê hatiye desteserkirin, piştî cezayê wî yê girtîgehê pesend bû, hate dersînorkirin.
Dadgehê biryara girtina wî nedabû û ew li derve dihate dadgehkirin. Dadgehê 2yem a Asliyeyê ya Torbaliyê bi îdiaya ku “diziyeke mezin kiriye” 5 sal cezayê girtîgehê li H.A.yî birî.
Li gorî nûçeyên ku di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de hatine weşandin, piştî cezayê wî pesend bû, kar û barên wî yên fermî hatin kirin û H.A. bi şûn de şandin Sûriyeyê.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://yeniizmir.com/torbalida-hirsizlik-yapan-suriyeli-siginmaci-sinir-disi-edildi/
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.