Skip to main content

Par li Tirkiyeyê komek mêran beyî ku destûra jinan bistîne dîmenên wan girtin û li ser medyaya civakî weşandin. Ev tacîza mêran rastî bertekan hatibû. Vîdyoyên bi vî rengî ji nû ve derketine holê.

Dîsa mêrekî  metro û peravê deryayê bêyî destûra jinan bigire videoya wan girt û ew tacîz kir û li ser malpera xwe ya TikTokê weşand.

Mêrê ku tê îdiakirin ku bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bûye, di vîdeoyeke din de çekê li kamerayê dihejîne. Li ser medyaya civakî li dijî wî mêrî bertek hat nîşandan. Her weha hat dîtin ku dijminatiya li hemberî penaberan jî gur bûye.

Dîmenên bi vî rengî yên ku par derketin holê, di tevahiya salê de yek ji mijarên rojevê yên sereke bûn. Polîsan mêrên ku di vîdeoyan de ne ji bo dersînorkirinê birin Navenda Rêveberiya Koçê.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.odatv.com/guncel/pakistanli-sapiklar-geri-dondu-metroda-taciz-etti-kameraya-silah-salladi-281659

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.