Skip to main content

Parlamentera Partiya Çep a Kesk Ozgul Sakî ku li Stenbolê beşdarî 9emîn Meşa Rûmetê ya Transan bû û got, “Meşa Rûmetê ya Transan a ku diviyabû îro li Taksîmê bihata lidarxistin, weke ku her kesî dîbîne polîsan weke hêzekî dagirker her dera Taksîmê dagir kiriye. Ji ber vê yekê meş li Taksîmê nehat kirin. Polîs ji tundkariyê dereng neket û weke ku hûn dibînin hevalên me di bin îşkenceyê de desteser kirin. Ev tekoşîn, ne tenê tekoşîna LGBTI+yan e ya me hemûyan e.”

9emîn Meşa Rûmetê ya Transan duh tevî astengiyên polîsan pêk hat. Polîsên ku Taksîm dorpêç kiribû, LGBTI+yên li kûçe û kolanan kom bûbûn desteser kirin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.yenisafak.com/gundem/hdpli-ozgul-saki-lgbt-sapkinlarina-arka-cikarak-turk-polisine-isgalci-dedi-4539479

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.