Skip to main content

Fotograf: Medya Civakî

Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya cezakirina LGBTI+yan a  ji ber meyla wan a zayendî û nasnameya wan pejirand.

Qanûna ku hatiye pejirandin meyla zayendî weke sûc dinirxîne û di çarçoveya qanûnê de kesên LGBTI+ wê bi heta 15 salan cezayê girtîgehê were cezakirin.

Li parlamentoyê ji 329 parlementeran 170 parlementer beşdarî dengdayînê bûn. Di dengdayînê de pêşnûme hat qebûlkirin. Li gorî pêşnûmeyê, kesên meyla zayendî “han bide” dê hêrî kêm bi 7 salan û kesên meyla xwe ya zayendî aşkere bike dê bi 1 heta 3 salan were cezakirin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://ilkha.com/dunya/irakta-cinsi-sapiklar-hapisle-cezalandirilacak-390463

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.