Skip to main content

4emîn Meşa Rûmetê ya Eskîşehîrê diviyabû di 9ê Hezîranê de li ber Bîrdariya Ulusê bihata kirin. Beriya meşê ji bo qedexekirinê tu biryarek nehatiye şandin. Tevî vê polîsan dîsa midaxele kiriye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihan Nalîn Oztekînê ji Kaos GLyê re ragihandiye, Bîrdariya Ûlûsê ya ku wê daxuyaniya çapemeniyê lê bihata dayîn, bi saetan berê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Polîsan, 10 aktîvîstên LGBTÎ+ yên ku xwestin biryara qedexeyê bibîne di bin îşkenceyê de desteser kirin, rojnamegerên ku xwestin êrîşê tomar bikin û dîmenan bigirin asteng kirin û destûr neda parêzer bi muwekîlên xwe yên desteserkirî re hevdîtinê bikin.

Aktîvîstên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ji bo îfadeyê birin emnîyetê.

Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://www.takvim.com.tr/video/yasam-videolari/izle-i-eskisehirde-sapkin-lgbt-terorune-gecit-yok-10-kisi-paketlendi

⁠ * Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.