Skip to main content

Karesat bi giranî û kûr bandorê li komên bêparastin dike. Sê faktorên sereke hene ku bandorê li asta aşkerabûna karesatê ya LGBTÎ+’an dikin, ku ew jî ji komên bêparastin in. Ji wan a yekem; hebûna desteka madî yan manewî ya wek amadebûna LGBTÎ+’an wek kes û şiyana wan a li hemberî bandorên karesatan û torên mezinbûn û piştgiriyê yên piştî travmayê. Ya duyemîn; asta newekheviyên binyadî û civakî yên beriya karestê hatine serê LGBTÎ+’an û ka aştiya civakî çi qas hatiye sazkirin; ya dawîn jî; ji bo serederiya li bandorên karesatê yên beriya wê, di dema wê de û piştî karesatê tedbîrên tên girtin û krîterên ku rêveberiya karesatê di plansazî û pêkanîna wan de li ber çavan digire. Di nava mijaran de ku divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin, polîtîkayên dervehiştina dewletê ya li hemberî nîjad/etnîsîte yên cuda û ol/ komên baweriyan û di heman demê de bi karesat, pirsgirêka penaberan, pêvajoya pandemiyê û xizaniya ji ber krîza aboriyê ya domdar hene. Heke em qonaxa nefreta sazûmanî ya li hemberî LGBTÎ+’an zêde bikin, divê em bibêjin ku LGBTÎ+ neçar in ku rastî berhevoka karesatên ku di demên dawîn de li Tirkiyeyê rû dane, bên.

Armanca vê lêkolînê ew e ku tecrubeyên LGBTÎ+’an ên li 11 bajaran ku piştî karesatê 6 meh şûnde, cudakariya ku li wan hatiye kirin û rêbazên serederiyê bişopînin. Di lêkolîna yekem de Amed wek herêma pîlot hat hilbijartin û li ser stargehên demkî hat sekinandin û di vê lêkolînê de armanc ew bû ku ji 11 bajaran xwe bigihînin LGBTÎ+’an û balê bikişînin ser hemû qadên ku behsa wan tê kirin.

Ji bo xwendina weşanê bikirtînin!