Skip to main content
Fotograf: Medyaya Civakî

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî di bernameyeke taybet a kanaleke televizyonê de kesên LGBTI+ weke “xwediyê fikrên jirêderketî” penase kirin û ew kirin hedefa xwe. 

Erdoganî di bernameyê de got: “Em ê sazîya malbatê saxlem bigirin. Parastina sazîya malbatê ji bo me pêşanî ye.Em nikarin razî bin ku di bin navê azadîyê de fikrên jirêderketî yên mîn a LBGT di nav civaka me de bên belavkirin. Em ê heta heta bi wan re têbikoşin.”

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.ilkha.com/kurdi/rojev/erdogan-parastina-sazîya-malbatê-ji-bo-me-pêsanî-ye-321901

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.