Skip to main content
Fotograf: X (Mert Can Bükülmez)

Waliyê Stenbolê Davut Gulî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand û kesên LGBTI+ kirin hedef. 

Waliyê Stenbolê di peyama xwe de kesên LGBTI+ weke kesên ku saziya malbatê lawaz dike penase kir. 

Di peyama xwe de diyar kir ku wan 113 LGBTI+ û LGBTI+parêz desteser kirin. 

Rêxistinên LGBTI+yan di Hezîrana 2023yan de xwestibû li Taksîmê Meşa Rûmetê ya 21an a LGBTI+an li Stenbolê pêk bîne. 

Lê Qayqamiya Beyoglûyê biryer dabû ku her cûre çalakî bên qedexekirin. 

Li beramberî vê biryarê komeke LGBTI+ li Parka Mistikê ya Şîşliyê li hev kom bûbûn. Li vir xwestibûn çalakiyekê li dar bixin û bimeşin. Piştî xwendina metna çapemeniyê, polîsan midaxele li wan kiribû. Polîsan di encamê de 113 kes desteser kiribûn. 

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.ilkha.com/kurdi/rojev/walî-gul-“bi-rexneyî-be-jî”-wan-ji-rêderketîyan-parve-nekin-336378

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.