Li Qeyseriyê roja Yekşema 30ê Hezîranê, piştî îddiaya ku welatiyekî sûriyeyî tacîz li zarokek keç kiriye li wî bajarî bûyerên tûndkariyê li dijî mal û kargehên sûriyeyiyan dest pê kir.
Piştî ku îddiaya tacîzê belav bû bûyerên tûndkariyê dest pê kirin û wesayît, mal û kargehên welatiyên sûriyeyê hatin şewitandin. Êrişkarên ku daketin kolanan bi dirûşmên nijadperestî meşiyan. Tevî tedbîrên ewlekariyê yên polîsan û daxuyaniyên walîtiyê jî girse belav nebû û gelek mal, kargeh û wesayîtan zirar dîtin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://tele1.com.tr/suriyeli-tacizci-5-yasindaki-cocugu-istismar-etti-kayseride-halk-ayaklandi-1093041/
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.



Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.


