Skip to main content

Dadgehê ji bo Metîn Şenay biryara xwe aşkere kir. Şenay di navbera salên 2019-2023an de li navçeya Bagcilara Stenbolê di dikana xwe ya avfiroşê de zarok îstîsmar kiribû.

Ji bo faîl Şenay 331 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin. Dadgehê bi tohmeta ku li dijî çar zarokên mexdûr û ji bo her yekî “îstîsmara zayendî ya bi wesif bi awayê ku li pey hev li zarokên ku temenê wan di bin 12 salî de ne kiriye”, “ji bo armanca xwe ya zayendî bi fêl, gefan zarok ji azadiya wan bêpar hiştiye.” û “ji bo hilberîna weşanên mistehcen zarok bikaraniye”  bi giştî 293 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û milyon û 687 hezar û 500 lîre ceza li faîl Şenay birî.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.sabah.com.tr/yasam/sapik-sucuya-293-yil-6-ay-hapis-6967180

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.