Skip to main content

Li gor îdianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Anadoluya Stenbolê amade kiriye, Koray Çalik ê 48 salî li Ûmraniyeya Stenbolê bi israr Fazilet Dogan a 51 salî ya ku bi wî re li heman kargehê dixebitî, şopandiye û di 6ê Kanûna Paşiyê de bi amûra birînê ew birîndar kir.

Serdozgeriyê diyar kir ku wî mêrî di dîrokên cuda de jî tacizkirin domandiye û ev jî tê wê wateyê ku sûcê tacîza zayendî li ser hev kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku Çalik bi tohmeta ku  “hewl daye jinê bi qestî bikuje”, “tacîza zayendî kiriye” û “ derbarê çekên guleber, kêr û amûrên din de li dijî qanûnê derketiye” heta 23 salan cezayê girtîgehê were cezakirin. 

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.odatv.com/guncel/genc-kadin-fazilet-doganin-hayatini-koray-calik-cehenneme-cevirdi-is-yerinde-platonik-sapik-bir-gun-illa-benim-olacaksin-120045006?sayfa=3

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.