Skip to main content

Bi banga Komeleyên Elewiyan yên Demokratîk di 12ê Sibata 2023yan de li Kadikoya Stenbolê, mîtînga “Perwerdehiya Laîk, Jiyana Mirovî, Tirkiyeya Demokratîk” hat lidarxistin.
Di mîtîngê de daxwaza perwerdehiya laîk hat kirin. Her weha Serokê Giştî yê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan jî fikarên xwe yên têkildarî geşedanên li Tirkiyeyê rû didin anî ziman û destnîşan kir ku Tirkiye her roj ber bi şêwaza şerîeta tirkperestiyê ve diçe.
Rêxistinên civaka sivîl yên demokratîk û partiyên siyasî jî beşdarî mitînga li Kadikoyê  bûn û projeya bi navê “Ez Xwedî Li Nirxên Xwe Derdikevim, Ez ji Hawîrdora Xwe re Bihîstiyar im(ÇEDES)” protesto kir. Armanca vê projeyê ew e ku “perwerdehiya nirxan” li dibistanên Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) bide xwendekaran. Di çarçoveya projeyê de ji bo perwerdekirinê mela, waîz, pisporên xizmetên olî û mamosteyên qursên Quranê weke “şêwirmendên menewî” hatine erkdarkirin.
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê Rêxistinên Elewiyan hat kirin de axaftvanan Qetlîama Madimakê bi bîr anîn û wiha gotin: “Em weke ku hin kes dibêjin ne înkarker û ne jî yektaperest/monîst in. Ev welat yê me ye. Em vî welatî ji olperest, monîst û faşîstên wek we re nahêlin.

Lînka nûçeya ku hatiye guhertin: yeniakit.com.tr/haber/alevilik-bahanesiyle-islam-karsitligi-1812080.html

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.