Skip to main content

Bersûcê girtî Y.A.M.A.yê 42 salî  li Bûrsayê bi mera olî bi N.M.T.yê ya ku bi 5 mehî ducanî bû re dijiya û her weha bersûcê navborî ew kuştibû. Bersûc Y.A.M.A. bi tohmeta ku N.M.T. kuştiye bi cezayê muebeta girankirî tê dadkirin. Bersûc di danişîna dawî de xwestiye ku danişîn bi awayekî veşartî bê kirin. Y.A.M.A. îdia kir ku ji ber bûyer di çapemeniyê de weşiyaye ew û malbata xwe mexdûr bûne.

Bûyer li Bûrsayê di Tîrmeha 2023an de li navçeya Yildirimê pêk hatiye. Y.A.M.A.(42) piştî ku ji dayika 4 zarokên xwe M.A.yê di Kanûna 2022an de cihê bûye, bi xizma xwe ya bi navê N.M.T.yê(43) re bi mera olî zewiciye û piştre bi bev re jiya ne.

Y.A.M.A.yê ku di saetên nîvroyê de N.M.T kuştiye di derdora seat 13.00an de ji malê derketiye û çûye gel hevalên xwe. Gumanbar di derdora seat 17.00an de dubare vedigere malê û dibîne ku N.M.T bêtevger li erdê razandiye, vê carê jî bi telefonê li hevalê xwe yê bi navê Î.O. digere û alîkariyê jê dixwaze. Piştî Î.O. bang li tîmên tenduristiyê kiriye, hêzên ewlekariyê jî hatine agahdarkirin û Y.A.M.A. desteserkirine.

Derbarê faîl de bi tohmeta ku “bi qestî ji kuştiye”  bi daxwaza cezayê muebbeta girankirî li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê doz hat vekirin. Faîlê mêr îddia kiribû ku  piştî bûyer di çapemeniyê de weşiyaye ew mexdûr bûye û daxwaza danişîna veşartî û tehliyebûna xwe kiribû. Heyeta dadgehê daxwazên faîl nepejirand û danişîn taloq kir.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.haberturk.com/magdur-olmus-hamile-kadini-bogdu-gizli-durusma-istedi-son-dakika-haberler-3664156

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.