Skip to main content

Li Bîgaya Çanakkaleyê di 16ê Sibatê de mêrê bi navê Firat Yildizhan hevjîna xwe Salîha Gîzema ku di pêvajoya cihêbûnê de bû qetil kir û piştre li qada bermahiyan binax kir.

Kiryarê ku demeke ji hevjîna xwe cûda dijî, çûye pêş mala hevjîna xwe Salîha Gîzema ku di pêvajoya cihêbûnê de ye. Mala Gîzemê li navçeya Lapsekiyê ye. Kiryarê mêr ji Gîzemê re gotiye ku ew dixwazê pê re biaxive.  Her weha bi Gîzemê re ber bi Bîgayê ketin rê çû. Kiryarê ku Gîzem qetil kir piştre li Çavuşkoya navçeya Bîgayê li qada bermayiyan binax kir.

Xizm û hevalên Gîzemê piştî ku agahî ji Gîzemê negirtin polîs agahdar kirin. Yildizhanê ê ku ji aliyê ekîbên polîsan ve hat zefkirin, li xwe mikur hat ku wî Gîzem kuştiye. Hat zanîn ku Yagiz Yildizhanê birayê Firat Yildizhan di dema binaxkirina Gîzemê de alîkarî daye birayê xwe û ew jî hatiye desteserkirin.

Herdu bira ji bo dadgehê hatin şandin. Dadweriya Cezê û Aştiyê biryara girtina Firat û Yagiz Yildizhan da.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.hurriyet.com.tr/gundem/yine-kadin-cinayeti-yine-vahset-once-iple-bogdu-sonra-gomdu-42407779 

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.