Skip to main content

Li Edeneyê mêrê bi navê Huseyîn Sevedî di otobusa ku lê siwar bûye de taciz li jinekê kir. Kesên li derdorê li Sevedî dan û ew radestî hêzên ewlekariyê kirin. Bûyera tacîzê di kameraya ewlehiyê wesayîtê de hat xûyakirin. Mêrê tacîzkar hat girtin.

Di saet 08.30ê 21ê Adarê de li Taxa Yenîbaraj a navçeya Seyhanê jinek ku xwendekara zanîngehê ye ji bo biçe cihê kar li otobusê siwar bû. Piştî demekê Huseyîn Sevedî li otobusê siwar bû. Dema ku cihê li pişt jinê vala bû, faîl li wir rûnişt û destê xwe li bedena wê da û ew tacîz kir. Rêwiyên din ên di otobusê de faîl zeftkirin û lê xistin. Piştî ku şofêr otobus rawestand li polîsan geriya û faîl îxbar kir.

Hêzên ewlehiyê hatin cihê bûyerê û Huseyîn Sevedî desteser kirin û birin navenda polîsan. Jina ku tacîz lê hat kirin di îfadeya xwe de diyar kir ku ew û faîl li heman taxê dijîn û berê jî wê faîl li derdora cihê kar û mala xwe dîtiye û bi israr ew şopandiye. Piştî îfadeya li emniyetê Huseyîn Sevedî birin edliyeyê û dadgehê biryara girtina wî da.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.iyigunler.net/guvenlik/otobuste-suriyeli-tacizciyi-yolcular-doverek-polise-teslim-ettiler-h353071.html

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.