Skip to main content

Li Erziromê di 20ê Îlonê de mêrê bi navê Nizar A.,  Anastasia Emelianova ya ku piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê  Rûsyayê ve li Tirkiyeyê bi cih bûbû, qetil kir. Di encama nîqaşa di navbera wan de saet di 11ê şevê de Nizar A. Emelianova bi parçeyên camê kuşt.

Mêrê faîl piştî ku Emelianova qetil kir, çû cem cîranê xwe yê qatê jêr û got ku ew jin birîndar bûye û alîkarî xwest. Polîs û ekîbên tenduristiyê li ser agahdarkirinê hatin apartmanê û diyar kirin ku Emelianova ji ber zêde xwîna wê çûye, miriye. Nîzar A. yê ku di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kir, şandin edliyeyê û dadgehê biryara girtina wî da. 

Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://www.tamgaturk.com/erzurum-da-suriyeli-siginti-rus-kiz-arkadasini-katletti/65985/

⁠ * Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.