Skip to main content

Parlamentoya Ganayê, hefteya borî bi yekdengî qanûna homofobîk ya ku li dijî meyla zayendî û nasnameyên zayendî ye pejirand. Pêşnûmeyê wê pêşkêşî Serok Nana Akufo-Addo bikin. Li Li Ganayê beriya pejirandina qanûnê rojeva wî welatî 3 milyar dolar krediya IMFê bû.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Darayî ya Ganayê hişyarî da ku qebûlkirina pêşnûmeya qanûnê dikare bandorê li pereye ku ji Banka Cîhanî tê bike û ev jî dibe ku bibe sedema betalkirina bernameya IMFê.

Li Ûgandayê jî rewşeke bi vî rengî di sala 2023an de dema ku qanûna homofobîk hate pêjirandin, pêk hat. Di qanûna Ugandayê de biryar hatibû dayîn ku bi îddiaya kesên “dibe sedema belavbûna nexweşiyên zuhrewî” were îdamkirin. Bi vê biryarê jî LGBTI+ kiribûn armanc. Her wiha di qanûnê de ji bo sûcdariya “teşwîqkirina hevzayendîtiyê” jî 20 sal cezayê girtîgehê hatibû diyarkirin. Piştî ku qanûn hatibû pejirandin, Bankaya Cîhanê pereye ku wê ji Ugandayê re bişanda betal kir.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.aydinlik.com.tr/haber/imfden-afrikaya-lgbt-sopasi-458412

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.