Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) li herêmên erdhejê yên ku kon lê hatine vedan, ji bo jin û LGBTI+yan qadên bi ewle ava kir.
Piştî erdhejên ku navenda wan Mereş e, li herêmên ku ji erdhejê bandor lê bûne. xebatên curbecur ên alîkariyê didomin. Ji bo pêdiviyên taybet ên jinan û LGBTI+yan li herêma erdhejê û bajarên bi konan hatine avakirin, gavên cihêreng têne avêtin.
Di vê çarçoveyê de xwebexşên Partiya Karkerên Tirkiyeyê, li hin konbajaran, têbiniyên “qadên biewle” bicih kirine. Ev têbinî ji bo hewcedariyên jin û LGBTI+yan qadeke bi ewle nîşan didin da ku bikaribin biçin wir. Bi avakirina van navendan re, armanc ew e ku rewşa piştî karesatê ya jinan û LGBTI+yan baştir bikin.
Lînka nûçeya ku hatiye guhertin: https://m.yeniakit.com.tr/amp/haber/1736242/depremde-de-uslanmadilar-tipten-felaket-bolgesinde-lgbt-propagandasi
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.