Skip to main content

Li seranserê Iraqê rêjeya tûndkariya li dijî jinan û zarokan ji sedî 55 e.

Li gorî amarên Rêvebirê Parastina Malbat û Zarokan ê Wezareta Karên Navxwe yê Iraqê Sergeneral Ednan Hemûdî da, dozên tûndkariyê yên li Îraqê, bi piranî li ser tundiya devkî û fîzîkî, zewaca bi zorê ya zarokan û wekî din hatine tomarkirin.
Iraq yasaya 111an a sala 1969an pêk tîne û li gorî vê, “Bêyî ku sînorên yasayên şerîetê derbas bike, kesek dikare jin û zaroka xwe bi lêdanê terbiye bike.”
Li gorî yasaya 41an, “Eger tundî ji ber pêkanîna madeyên ku yasayê nas kiriye pêk were ne sûc e.” Ango mêr dikare tundiyê li jin an jî zarokên xwe bike.

Lînka nûçeya ku hatiye guhertin: https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/291120231

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.