Skip to main content

Li Îzmîrê mêrê bi navê Levend M. di 24ê Kanûna Paşiyê de bi darê zorê ketiye mala Sûzan E.yê ku pêştir têkiliya wan hebûye. Levend M. bi amûra birînê Sûzan E. birîndar kir û keça wê jî qetil kir.

Levend M. li Karabaglara Îzmîrê deriyê hesinî yê mala Suzan E.yê şikest û bi darê zorê ket malê û êrişî kesên di malê de ne kir. Suzan E. û keça wê ya 12 salî ku bi giranî birîndar bûn bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê.

Dermankirina Suzan E.yê didome lêbelê keça wê mir. Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. Her weha  ji bo Levend M. yê ku piştî êrîşê reviya were zeftkirin, dest bi xebatan kirin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.ensonhaber.com/amp/3-sayfa/izmirde-suriyeli-saldirgan-eski-sevgilisinin-evini-basti-1-olu-1-yarali

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.