Skip to main content

Li Mûglayê di 28ê Adarê de Vedat G. hevjîna xwe ya ku di pêvajoya cihêbûnê de bûn li kolanê bi çeka guleber  qetil kir. Vedat G. hat girtin.

Li Ortacaya navçeya Muglayê mêrekî li nava kolanê jina xwe ya ku di pêvajoya cihêbûnê de bûn bi çekê kuşt.

Neşe G.yê berî niha derbarê Vedat G. de çend caran biryara dûrxistinê dabû derxistin. Vedat G. di saet derdora 20.30ê 28ê Adarê de li kolanê rastî Neşe G.yê hat û bi çeke êrişî wê kir. Neşe G. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Vedat G. hat desteserkirin û piştî îfadeya li emniyetê ew şandin edliyeyê. Vedat G. bi tohmeta ku “bi zanebûn kuştiye” hat girtin.

Neşe G. dayika 4 zarokan bû û Rêvebiriya Xizmetên Civakî û Malbatan ya Bajarê Muglayê ewlekariya zarokên wê girt ser xwe.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://halktv.com.tr/gundem/muglada-bosanma-asamasindaki-esini-oldurmustu-cani-koca-tutuklandi-819927h

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.