Skip to main content

Li Qeyseriyê roja Yekşema 30ê Hezîranê, piştî îddiaya ku welatiyekî sûriyeyî tacîz li zarokek keç kiriye li wî bajarî bûyerên tûndkariyê li dijî  mal û kargehên sûriyeyiyan dest pê kir.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere kir ku gumanbarê tê îdiakirin tacîz kiriye hat girtin û 474 kesên ku têkiliya wan bi bûyerên tûndkariyê yên li dijî sûriyeyiyan ve hene, hatine desteserkirin. Di heman demê de wezîr diyar kir ku ji 474 kesên ku hatine desteserkirin jê 285 kes berê ji ber sûcên cuda qeydên wan hene.

Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://www.yenicaggazetesi.com.tr/suriyeli-tecavuzcuyu-protesto-eden-474-kisi-gozaltina-alindi-815254h.htm

⁠ * Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.