Skip to main content

Parlamentoya Yewnanîstanê pêşnûmeya ku mafê zewacê yê hevzayendan û mafê xawendariya zarokan ya bi hev re nas dike, pesend kir. Piştî vê biryarê Yewnanistan bû yekemîn welatê Xirîstiyan Ortodoks ku destûra zewaca hevzayendan dide.

Parlamentoya Yewnanistanê xala qanûna medenî ya têkildarî zewaca di navbera du zayendên cuda de guhert û derfeta zewaca hevzayendan û xawendariya zarokan ya hevpar li qanûna navborî zêdekir.

Di dengdana ku li parlamentoya ji 300 kursiyan pêk tê de pêşnûme bi 176 dengên erê hat pesendkirin. Di dengdana vekirî de 76 parlementeran dengê na dan û 2 parlementer jî bêalî man. Her weha 46 parlementer jî beşdarî dengdanê nebûn.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.yeniakit.com.tr/haber/aileyi-parcalayan-sapkinlik-tehdidi-yayiliyor-yunanistanda-inelige-onay-1830243.html

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.