Skip to main content

6ê sibata 2023yê li pey hev du erdhej çêbûn û navenda wan Mereş bû. Van erdhejan bandor li Diyarbekir, Meletî, Semsûr, Riha, Entab, Osmanîye, Kîlîs, Edene û Hatayê kirin.

Beriya her du erdhejan gelek LGBTİ+yan li Diyarbekirê di bin banê cudakarî û şîdetê de hewl didan jiyana xwe bidomînin. Ev şert û merc girêdayî egerên civakî yên wekî çîn, temen, zayend, perwerde, heval û derdor, sazîyên civaka sivîl/rêxistinên siyasî û alîkariya malbatî, yan siviktir bûn an jî girantir. Di gel guherîna hemû şert û mercan, dîsa jî em dizanin ku gelek LGBTÎ+ ne mumkin bû ji edalet û xizmetên tenduristiyê îstîfade bikin, îstîhdam bibin û tevlî siyasetê bibin, berevajî wê, di van qadan de ew rastî şîdeta ji ber tercîha zayendî, nasnameya zayendî hatin.

Ji ber vê yekê me wekî Pêkhateya Keskesor Amed LGBTÎ+ û Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştîyê (bakad- Barış için Kültürel Araştırmalar Derneği), biryar da ku em li ser mekanên sitirînê yên demkî bisekinin da ku em bizanin ka wextê mesele dibe LGBTÎ+ dewlet tedbîreke taybet distîne yan na. Ji bo vê jî me du formên hevdîtinê amade kirin. Pirsên yek ji van forman ji bo peywirdar û berpirsiyarên li mekanên sitirînê yên demkî bûn, yên din jî ji bo wan LGBTÎ+yan bûn, yên piştî her du erdhejên li Diyarbekirê bûn. Formê ewil yê hevdîtinan di 10 û 11ê Sibata 2023yan de hat tedbîqkirin. Hevdîtinên ligel LGBTÎ+yan jî di nava meha sibatê de bi awayekî periyodik, bi rêya telefonan û serlêdanên bo malan û cihên sitirînê pêk hatin.

Ji bo xwendina weşanê bikirtînin!