Skip to main content

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê(İzBB) ji bo Buroya Wekheviya Zayenda Civakî û Serokatiya Rêveberiya Newekhevî û Dadî ya Bajarî 60 mîlyon lîre terxan kir. Meclîsa Şaredariyê budçe pesend kir.

Di civîna Meclîsê ya ku di 7ê Kanûna Pêşiya 2023an de hat lidarxistin de komên AK Partî û MHPê li dijî budçeya İzBByê ya 2024an dengê na dan û komên CHP û İYİ Partiyê jî dengê erê dan. Di hevdîtinên butçeyê de ku bi piraniya dengan hat erê kirin de ti gengeşî derneketin.

Serokê Giştî yê İzBByê Tunç Soyer ku pêştir bûbû mêvanê kanala Kaos GLyê ya Youtubeyê û destnîşan kiribû ku saziyên wan jê re budçe terxan kirine wê ji pirsgirêkên LGBTI+yan re jî bibin çareserî.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.aydinlik.com.tr/haber/vatandasin-parasini-lgbt-icin-kullaniyorlar-tam-60-milyon-butce-ayirdilar-438328

⁠ * Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.