Seroka Dewleta Perûyê Dina Boluarteyê kesên trans weke “nexweşên hiş” binav kir.
Seroka Perûyê Dina Boluarteyê di 10ê Gulanê de kesên trans weke “nexweşên hiş” binav kir. Piştî biryara transfobîk, Boluarteyê destnîşan kir ku kesên trans dê “ji bo entegrekirina civakê werin rehabîlîtekirin.”
Pirtûka Destan a Teşhîs û Îstatîstîkî ya Nexweşiyên Derûnî ya ku ji aliyê Yekitiya Psîkiyatriyan ya Amerîkayê ve hatî weşandin di sala 2013an de teşhîsa “nexweşiya nasnameyen zayendî” derxistibû. Her weha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî di sala 2019an de transeksuelî ji lîsteya nexweşiyên xwe derxistibû.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.yeniakit.com.tr/haber/lgbtli-sapkinlara-okkali-samar-budur-daha-ne-olsun-1854190.html
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.



Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.


