Skip to main content

Serokê RTUKê Ebubekir Şahîn, bal kişand ser fîlmên ku mijara wan LGBTI+ ne yên ku li ser malperekê tên pêşniyarkirin û wiha got: “Ew ê têkoşîna xwe ya li dijî kampanyayên jirêderketî ên ku dixwazin ji ber nêrîna rojavayî saziya malbatê qels bikin û ciwanan bêbandor bikin, bidomînin.”

Serokê RTUKê destnîşan kir ku xebatên çavdêriyê yên li dijî naverokên ku  LGBTI+yan derdixe pêş dê bênavber bidome û her weha berhemên ku mijara wan LGBTI+  ne wek “li dijî bawerî, çand, dabûnêrîtê ne nirxand”. Şahîn diyar kir û got, “Têkoşîna li dijî hevkarên ku bazara van naverokan dikin dê bidome.”

Lînka nûçeya hatiye guhertin:https://www.polatlipostasi.com/rtuk-baskani-sahin-sapkin-kampanyalara-karsi-mucadele-edecegiz#google_vignette

⁠ * Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.