Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li meclîsê pêşwaziya endamên Forûma Rêxistinên Ciwanan a li Meclîsê kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî(CHP) Ozgur Ozel û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan li meclîsê pêşwaziya endamên Forûma Rêxistinên Ciwanan a li Meclîsê kirin. Bakirhan û Ozel Peymana Mafên Ciwanan a ku di heman demê de meylên zayendî yên cûda û nasnameya zayendî tê de ne, îmze kirin.
Ozel û Bakirhan diyar kirin ku ew ê namzedên xwe teşwîq bikin ku peymanê îmze bikin û her weha destnîşan kirin ku dê bi GoForê re tevî 57 rêxistinên endam li ser polîtîkayên ciwanan bixebitin.
Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.takvim.com.tr/guncel/2024/02/29/sapkin-ittifak-chp-genel-baskani-ozgur-ozel-ve-dem-parti-es-baskani-tuncer-bakirhandan-lgbtlilere-destek-sozu
* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.
Derbarê Pûsûleya Aştiyê de
Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.