Skip to main content

Walîtiya Enqereyê ‘Kuirfest’ ku ji aliyê Komeleya Piştevaniyê ya LGBTI+yan ya Pembe Hayatê ve tê lidarxistin, qedexe kir. Îsal cara 12em wê bê li dar xistin.

Bernameya ku wê di navbera 23-25ê Sibatê de li Enstîtuya Goethe ya Enqereyê, Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê û Yekitiya Mulkiyeyan bihata lidarxistin, hat qedexe kirin.

Nîv saet pêş ku bername dest pê bike teblîgat şandine cihên navborî û agahdar kirine.

Di biryara qedexeyê de weha hatiye gotin: “Ji bo parastina nîzama giştî, tenduristî û exlaqê giştî û maf û azadiyên kesên din” bername hatiye qedexe kirin. Parêzerên Komeleya Pembe Hayatê ji bo rawestandina pêkanîna biryarê serlêdan kirin.

Komele li dijî qedexeyê çalakiyên xwe bi şêweyê online didomîne. Daxuyaniya komeleyê hun dikarin li vir bi dest bixin.

Lînka nûçeya hatiye guhertin: https://www.aydinlik.com.tr/haber/ankara-valiligi-lgbt-propagandasina-gecit-vermedi-kuirfesti-yasakladi-455762

* Hûn dikarin nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê nûçeyê de bi rêya navnîşana [email protected]ê ji me re bişînin.

Derbarê Pûsûleya Aştiyê de

Pûsûleya Aştiyê dixwaze ku zimanê medyayê li gorî prensîbên rojnamegeriya mafparêz veguherîne. Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê piştgiriya Projeya Pûsûleya Aştiyê dikin. Di çarçoveya projeyê de em nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.

Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Ji naveroka tevahiya nûçeyan berpirsiyar e. Proje, nêrînên Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê û Sahne Projeyê nîşan nade.