berfirehî
Komeleya me armanc dike ku di navbera şêweyên jiyanê, çand û baweriyan de hevgirtineke civakî ya li ser bingeha têgihîştin û hurmetê pêk bîne. Bi teşwîqkirina beşdarî û nirxên her kesî, hewl dide bi pirrengiyê xurt bibe.beşdarîxwazî
Em nêrîn û ramanên hemû beşên civakê girîng dibînin û pêvajoyên xwe yên biryardayînê bi perspektîfên cuda dewlemend dikin. Em bi rêbazeke demokratîk tevlêbûna her kesî teşwîq dikin.xwegihandin
Em xizmet û bûyerên xwe bi vî rengî organîze dikin ku her kes bi hêsanî bikare xwe bigihînê. Em hewl didin astengiyan rakin û em armanc dikin hemû endamên civatê bi awayekî wekhev xwe bigihîninê.hilberandina pirzimanî
Em berhemên xwe bi gelek zimanan pêşkêş dikin da ku cihêrengiya çandî û di ragihandinê de wekheviyê bi pêş bixin. Em têkilî û parvekirina bibandor a di navbera civatên cuda de teşwîq dikin.nekirina cudakariyê
Komeleya me li ser nîjad/etnîsîte, zayend/meyla zayendî/nasnameya zayendî, ol/bawerî, temen an jî taybetmendiyên din, cudakariyê nake. Em li ser bingeha reftara wekhevîxwaz û adilane ne.birêxistinbûna berwarkî
Em pêvajoyên xwe yên biryardayînê bi awayekî beşdarîxwaz û berwarkî bi rê ve dibin. Em hurmetê nîşanî nêrînên hemû kesan didin û destekê didin rêgeza rêveberina demokratîk.mekanîzmayên biryardayîn/ çavdêriya demokratîk
Em di pêvajoyên xwe yên biryardayînê de rêgezên demokratîk dikin esas û beşdarîxwaziyê teşwîq dikin. Em girîngiyê pê didin ku biryarên me zelal bin û çavdêriya wan bê kirin.hişyariya li ser xwexwedîkirin û pêdiviyên civatê
Em li ser pêdiviyên civatê hestiyar in û çanda xwexwedîkirin û hevgirtinê teşwîq dikin. Em refaha endamên civatê li ber çavan digirin.aşkerayî
Em xebat û pêvajoyên xwe yên biryardayînê bi rengekî aşkera dimeşînin. Ji bo ku em pêbawerî û beşdariya civata xwe zêde bikin, em girîngiyê bi parvekirina agahiyan didin.ragihandina bêtundî
Em ragihandina xwe bi awayekî bêtundî, rêzdar û avaker pêk tînin. Em ji bo têkiliyên xwe yên di nava civatê de ragihandina bêtundî teşwîq dikin.piştgirî û parvekirin
Em di navbera endamên civatê de piştgirî û parvekirina zanîn/agahiyan teşwîq dikin. Em hewl didin piştgiriya hev bikin û civateke xurt ava bikin.belgekirin
Em kar û xebatên xwe bi rêk û pêk belge dikin, ji bo xebatên siberojê û hesabdayînê referansan çêdikin. Em pêvajoyên xwe yên navxweyî dişopînin û bi pêş dixin.