Komeleya me bi xebatên xwe yên zanistî û hunerî yên ji bo fehmkirina paşxaneya binyadî û çandî ya newekheviyên civakî yên li ser nîjad, zayend, meyla zayendî/nasnameya zayendî, ol/bawerî, temen û aboriyê, hewl dide li Tirkiyeyê çanda aştiyê berbelav bike.
bakad, li gorî van armacan;
- • Li ser tundî, zordarî, dervehiştina civakî û cudakariya li hember komên qels raporan diweşîne û çalakiyên parastinê dimeşîne.
• Li gorî polîtîkayên veguherîna aştî û pevçûnê yên li çar aliyên cîhanê û dadmendiya pêvajoyên derbasbûnê, di çarçoveya mekanîzmayên edaletê yên li ser bingeha civakî, restorasyon û veguherînê de li derfetên aştiyeke mayînde yên li Tirkiyeyê hûr dibe.
• Xebatên çandî û hunerî yên bi ji bo afirandina derfetên pêkvejiyanê dike.
Em hêvî dikin ku ev çalakiyên ku em ê di bin banê bakadê de dikin, dê tevkariyê li rakirina newekheviyên binyadî û çandî û avakirina civakeke demokratîk û adiltir bikin.

